简介: Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di sala 1932’yan de li Gundê Erdeşîrê ku bi ser Nehiya Armavîrê ve ye hatiye dinyayê. Xortê 72 salî (!) di sala 1955 更多>
Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di sala 1932’yan de li Gundê Erdeşîrê ku bi ser Nehiya Armavîrê ve ye hatiye dinyayê. Xortê 72 salî (!) di sala 1955’an de dema ku li Radyoya Dewletê ya Ermenistanê de para kurdî vedibe, mirovê yekem e di warê sazbendiyê de.
Li gorî xwesteka Rehmetiyê Casimê Celîl ku berpirsiyarê beşa kurdî ye, gund bi gund dikeve pey şopa sazbend û dengbêjan da ku berê wan bide ser riya radyoyê. Paşê jî salên dûvedirêj; bi mey, fîq û bilûra xwe li pey dengbêjên eyan çi jin, çi jin disekine û navê xwe li ser dergeha sazbendiya kurdî bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Li gorî gotina wî, 37 sal li ser hev li Radyoya Erîvanê bi bilûr, fîq û meya xwe sazbendiya kurdî pêk aniye. Di sala 1967’an de baştirîn Koleja Sazbendiyê ya bi navê ‘Romanos Melîkyan’ ku li Êrîvanê ye kuta dike û dibe sazbendekî profesyonel.
Ji bo wî bêjeya ‘Mîrê Bilûrê’ tê bilêvkirin. Carinan jî bi bilêvkirina Keremê Seyad ku li ser pêlên Radyoya Erîvanê digot; ‘Distre Sûsika Simo, lê dixe Egîdê Cimo!’ navê wî ciwamêrî diket dil û mêjîyê mezinên li civata ‘giregir’ên li ‘dîwan’a gund.