Mizgîn Tahîr

简介: Mizgîn Tahir li Dirbêsiya Binxetê di malbateke hunerî de hate dinyayê. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê 更多>

Mizgîn Tahir li Dirbêsiya Binxetê di malbateke hunerî de hate dinyayê. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bûn. Lê Mizgîn dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbike.
Operayê cara yekem di qenalên televîzyonê de guhdarî kir. Pir bala wê dikişand.
Piştî qedandina dibistana navîn , dixwest biçe konsêrvatwar ê, lê him ji ber jinatiyê, hem jî ji ber ku mûzîk ne girîng bû mixabin civak ji wê re pir ne alîkar bû. Wê pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend. Du sal bişûnde ew beş berda û sala dawî temam nekir. Lê dema ku wê dixwend, diçû cem mamosteyeke rûsî bi navê Gelîna. Wê li konsêrvatiwara mûzîkê mamostetî dikir û li ber destê xwe Mizgîn ji bo konservatiwarê amade kir.
Di 1999an de dest bi konservatiwarê kir û xwendina xwe di amûjgeha mûzîkê ya bilind dewam kir, di sala 2004an de xwedina xwe li Şamê bi dawî kir. Di dengê operalî de pênc dengê bingehîn hene: dengê Mizgîn Tahir bi xwe du beşî ye, sopranoya lîrîk û sopranoya dramatîk e. Mizgîn Tahir heta niha li gelek bajaranên mîna Şamê, Silêmaniyê û Amedê konsêr pêşkêş kirine.
官网 http://mizgin-tahir.com/

猜你喜欢

最新歌手